Rewşa awareyên bakura Sûrîyê qeyranî ye
Berpirsekî Heyva Sor a Kurdistana Sûrîyê sazî û dezgehên mafên mirovan dan ber rexneyan û got ku gîhandina alîkarîyê bo awareyên bakura Sûrîyê bi dû êrişa Artêşa Tirkîyê û çeteyên wê ser wê herêmê dijwar e.
Mihemed Raşid yek ji berpirsên Heyva Sor a Kurdistana Sûrîyê amajeyî rewşa awareyan kir û got: Di encama êrişa zorbêjane ya Tirkîyê ser bakur û rojhilata Sûrîyê de ku ji 9`ê Cotmehê ve destpê bûye, bi sedan sivîl hatine kuştinê û bi hezaran malbat jî neçar mane ku terka deverên xwe bidin.
Wî herwiha got: Rêvebirîya Xweser li Bakur û Rojhilata Sûrîyê çend navend jibo bicihkirina awareyan terxan kirine û di destpêka meha buhurî de jî kempek li 12 kîlomêtrîya rojavaya Hesekê damezirand ku nêzîkî 5700 kes tê da dijîn.
Mihemed Raşid herwiha got: Rewşa awareyan ji ber ku demsala Zivistanê hatîye mêriv aciz dike û hejmara awareyan her ku diçe zêde dibe.
Wî berpirsê Heyva Sor a Kurdistana Sûrîyê herwiha got: Rêveberîya Xwesr û Heyva Sor a Kurdistana Sûrîyê bi imkanên xwe hewil didin ku rewşa kempê seruber bikin.
Mihemed Raşid amajeyî xizmetên pizişkî bo wan awareyan jî kir û got: Em pêrgî kêmbûna dermîn bûne lê tîmên pizişkî yên me 24 sietan xizmetên dermanî raber dikin.
Piştî êrişa Artêşa Tirkîyê û çeteyên wê ser bakura Sûrîyê, ligorî rapora Zêrevanîya Mafên Mirovan a Sûrîyê, zêde ji 300 hezar malbat li Serêkanî, Girêspî, Tiltemir, Eynîsa û hwd aware bûne ku ji ber serma û seqemê bicihkirna wan zehmet e. Herçend ku berpirsên bakura Sûrîyê xizmetan raberî awareyan dikin lê, hejmara awareyan ewqasî zêde ye ku gîhandina alîkarîyan tûşî pirsgirêkê dibe.