Rûsîye hêzeke leşkerî ya serbixwe li bakura Sûrîyê ava dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311624-rûsîye_hêzeke_leşkerî_ya_serbixwe_li_bakura_sûrîyê_ava_dike
Çavkanîyên agahdar li bakura Sîrpyê ragihandin ku Rûsîyê dest bi damezirandina hêzeke leşkerî ya serbixwe li bakura Sûrîyê kirîye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 26, 2019 14:07 Asia/Tehran
  • Rûsîye hêzeke leşkerî ya serbixwe li bakura Sûrîyê ava dike

Çavkanîyên agahdar li bakura Sîrpyê ragihandin ku Rûsîyê dest bi damezirandina hêzeke leşkerî ya serbixwe li bakura Sûrîyê kirîye.

Ligorî rapora çavkanîyên agahdar, Ûrsêtê sereta li şarên amûd û Tiltemirê ser bi Hesekê ku nuqteyên leşkerî yên Ûrsêtê lê hene, dest bi avakirina wê hêza leşekrî kirîye.

Ligorî vê raporê, di qonaxa yekem de 400 xort tên wergirtinê û bi destê YPG fêrî bikaranîna çekên ûris tên kirinê.

Herwiha erka wê hêzê parastina binke û nuqteyên leşkerî yên Ûrsêtê û hevrêtîya digel wan dema gerreçavdêrîyê da ye.

Çavkanîyên nûçeyan di vî warî de ragihandin ku Ûrsêtê her du nuqteyên lêgerînê yên li Amûd û Tiltemirê berfire kirine û maşînên zêrêhpûş, helekopter û ambolans bo wan şandine.

Leşkerên ûris mideha 2 mehên buhurî de 10 xal û binkeyên leşkerî li bakura Sûrîyê damezirandine ku hinek ji wan berê yên Amerîkayê bûn ku piştî vekişîna hêzên amerîkî, hêzên ûris ew ava kirin.