Nîzikbûna artêşa Sûriyê bi navendekî dine artêşa Tirkiyê
Artêşa Sûriyê ku li rojhilata parêzgeha Idlibê digel du grûpên terorîstî yên Ecnadul-Quqaz û Cibhetul-Nusreh şer dike û niha li vê bereya şêr nîzikî navendekî eskerî yê Tirkiyê bûye.
Li gor rapora ajansa nûçan a Sana`yê, Yekîneyên topxaneyî û mûşekî yên artêşa Sûriyê li dewama şerê digel terorîstan mêhwerên Telmins û Sekme û Meirşorîn li başûra rojhilata Idlibê ku meqerên terorîstên Ecnadul-Quqaz û Cibhetul-Nusreh kire hedefa êrişên xwe.
Gor vê raporê Yekîneyên artêşa Sûriyê niha ewlehiya rojhilata Idlibê girtine dest û ber bi bajarokên Tewîl û Tel Xetreh li rojavaya bajarê Ebûzihûrê pêşve diçin.
Artêşa Sûriyê yekşemê şeva bihurî jî navendekî zêrevaniya Artêşa Tirkiyê li başûra Idlibê dorpêç kir û duh çarşemê jî 320 kîlomitrên çarkunc ji axa Idlibê ji destê terorîstan azad kir.
Artêşa Sûriyê van rojana operasiyona azadkirina hemû axa vî welatî yên bin destê terorîstan li pişkên bakûr û bakûra rojavaya vî welatî destpê kiriye.