Têrorîstên ser bi Tirkiyê li Serêkaniyê 26 malên Kurdan şewitandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311618-têrorîstên_ser_bi_tirkiyê_li_serêkaniyê_26_malên_kurdan_şewitandin
Li bajarê Serêkaniyê 26 malên Kurdan hatin şewtandinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 26, 2019 12:31 Asia/Tehran
  • Têrorîstên ser bi Tirkiyê li Serêkaniyê 26 malên Kurdan şewitandin

Li bajarê Serêkaniyê 26 malên Kurdan hatin şewtandinê.

Hêzên Tirkiyê û têrorîstên ser bi wan êrîşên xwe li ser gundên Serêkaniyê û Girê Spî berdewam dikin.

Komên çete û têrorîst malên xelkê sivîl dişewitînin. Li gor çavkaniyên xwecihî, heya niha nêzîkî 26 malên xelkên sivîl li gundên Qasimiye, Reşîdiye Bakur û Başûr hatine şewitandin.

Li gorî zanyariyan, şewitandina malan bi planê tê kirin, lê li kêleka şewitandinê, piraniya mal û dikanên xelkê jî têne talankirin.

Artêşa Tirkiyê ligel grûpên çete  ûtêrorîst ji 9`ê Cotmehê ve êrişeke berfireh ser deverên Kurdnişî ên bakura Sûrîyê estpê kiribû û di encamê de bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ligel hejmareke gundên wan navçeyan hatin dagirkirinê.