Muelim: Sala 2020ê qeyrana Sûriyê dê bi dawî neyê
Wezîrê karên derve yê Sûriyê ragihand ku bi xêra piştgirên têrorîsmê, dê sala 2020ê qeyrana Sûriyê dawî lê neyê.
Welîd Muelim, Wezîrê karên derve yê Sûriyê di hevpeyivîna taybet digel Sputnikê got: Hevahengî û hevkariya bi Rûsiyê ra di asta herî bilind a siaysî ye û di asta aborî da jî protokolek navbera du welata hatiye wajokirin ku projeyên aborî digire ber xwe. Ev proje di bernameya nû-avedankirina Sûriyê da hatine danîn û ser xêra gelê vî welatî ne.
Wezîrê karên derve yê Sûriyê derbarê Qanûna Sizar (Qanûna ku li gorî wê hemî aliyê ku danûstandinekê di warê teknolojiyên leşkerî û xizmetan digel hikûmeta Sûriyê bikin, dê bikevin bin boykotên giran) got: Şam girîngiyê nade tiştê ku Amerîka dipejriîne, ji ber ku hertim dijî Sûriyê komplo kiriye. Loma Waşîngton her karê ku dixwaze bila bike, Sûriye jî her tiştê ku gelê wê bixwazin dê bike.
Wî li ser pêşdeçûna artêşa Sûriyê û dorêçkirina tam a nuxteya çavdêriay Tirkiyê got: Mixabin her dema ku rêberiya Tirkiyê hest dike hêzên wê yên têrorîst li Idlibê tûşî işkestê tên, jibop agirbesê berê xwe dide Moskoyê.
Wezîrê karên derve yê Sûriyê di dawiyê da got: Sala 2020 dê qeyraan Sûriyê bi dawî neyê, ji ber ku komplo hîn bi dawî nehatine.
Civîna Komîteya dewletî ya dualî ya navbera Sûriye û Rûsiyê bi serokatiya Yûrî Borîsof, Alîkarê serokwezîrê Rûsiyê û Welîd Muelim, Wezîrê karên derve yê Sûriyê roja Çarşemiyê li Moskoyê hat lidarxistin.