Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê: Komploya Amerîka, Israyîl û Tirkîyê didome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311557-wezîrê_karên_derve_yê_sûrîyê_komploya_amerîka_israyîl_û_tirkîyê_didome
Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê pêgirî kir ku pêwîst e rêz li serwerîya welatê wî bê girtinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 24, 2019 13:27 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê: Komploya Amerîka, Israyîl û Tirkîyê didome

Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê pêgirî kir ku pêwîst e rêz li serwerîya welatê wî bê girtinê.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya Hikûmeta Sûrîyê (SANA) Welîd Muelim Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê di hevdîna digel Sergey Lavrov Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêt li Moskowê de ji ber pêngava Ûrsêt û Çînê ya vêtokirina pêşnumaya biryarnama dijî Sûrîyê ya li Civata Ewlehîyê ya NY sipasîya Moskow û Pêkenê kir û got: ``Sûrîye nika li ber êrişeke zorbêjane ye ku serwerî û yekperçetîya axa wî kirine armanc. Nifta Sûrîyê tê dizînê.``

Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyê herwiha got: "Sîyasetên Amerîkayê û Rêjîma Sîyonîst ên dijî Şamê pêşîya têkoşîna Sûrîyê ya dijî têrorîsmê digirin. Komploya Amerîka, Tirkîye û Israyîlê dijî Sûrîyê didome."

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê jî di vê civînê de ragihand, Sûriye derbasî qonaxeke jiyana aştiyane dibe. Serweriya Komara Ereb a Sûriyê dê bibe bingeheke herîguncav ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkan.