Ensarullaha Yemenê xwefira sêyem a Erebistanê jorda xist
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i360170-ensarullaha_yemenê_xwefira_sêyem_a_erebistanê_jorda_xist
Ensarullaha Yemenê, roja Duşemiyê ragihand ku xwefirekî çekdar ê nasînê ya Wîng Long II ya Erebistana Siûdî ku di halê operasiyona bi dijminatî li parêzgeha Beyza ya Yemenê bû, jorda xistine.
(last modified 2026-09-07T14:58:19+00:00 )
Îlon 07, 2026 14:18 Asia/Tehran
  • Ensarullaha Yemenê xwefira sêyem a Erebistanê jorda xist

Ensarullaha Yemenê, roja Duşemiyê ragihand ku xwefirekî çekdar ê nasînê ya Wîng Long II ya Erebistana Siûdî ku di halê operasiyona bi dijminatî li parêzgeha Beyza ya Yemenê bû, jorda xistine.

Yehya Serî, berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê got ku ev xwefira bi çekên giran hatiye hedefgirtin. Wî di postekî li X`ê de nivîsî: Ev xwefira, xwefira sêyê ye ku di 24 saetên buhurî de hatiye jordaxistin.

Ji hêla din ve Wezareta karên Derve ya Yemenê jî di daxuyaniyekî de pêhişyarî da: Dewama liv û tevgerên bi dijminatî yên Erebistana Siûdî bona şandina alav û leşkeran asta wan pîlanan nîşan dide ku dikarin Yemenê rastî bêserûberiyê ve bînin lê gelê Yemenê nika zêde ji her demeke din li bara pêwîstiya parastina serxwebûn, ewlehî û istiqrara welêt haydar û agehdar e.