Qalîbaf: Êrîşî heyîtiyên me bikin, hûn ê rastî êrîşê ve bên
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i360172-qalîbaf_Êrîşî_heyîtiyên_me_bikin_hûn_ê_rastî_êrîşê_ve_bên
Serokê Parlimana Îranê di bersiva gef û gotinên vê dawiyê yên Wezîrê Cengê yê Amerîkayê de li ser hesabê xwe yê X`ê de nivîsand: Ger hûn êrîşî ser heyîtiyên me bikin, hûn ê rastî êrîşê ve werin. Me ev şiyan îspat kiriye. Ji baregehên xwe yên leşkerî yên ku bikêr nayên bipirsin.
(last modified 2026-09-07T14:58:59+00:00 )
Îlon 07, 2026 15:18 Asia/Tehran
  • Qalîbaf: Êrîşî heyîtiyên me bikin, hûn ê rastî êrîşê ve bên

Serokê Parlimana Îranê di bersiva gef û gotinên vê dawiyê yên Wezîrê Cengê yê Amerîkayê de li ser hesabê xwe yê X`ê de nivîsand: Ger hûn êrîşî ser heyîtiyên me bikin, hûn ê rastî êrîşê ve werin. Me ev şiyan îspat kiriye. Ji baregehên xwe yên leşkerî yên ku bikêr nayên bipirsin.

Di vê peyamê de, Serokê Parlimana Îranê jî, amajeyî stratejiya nû ya leşkerî ya Îranê kir û nivîsand: Ew hêsan e û meriv dikare têbigihîje: zincîra hilberîna nift û gazê li vê herêmê berfireh, belavbûyî, li ber destan û lawaz e. Şîrketên nift û gazê yên amerîkî yên ku di van av û binesaziyan de dixebitin bi heman rengî lawaz in.