HSD`ê encama şerê 48 saetên dawî ragehand
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) bi daxuyeniyekê encamên şer û berxwedana du rojên dawîyê eşkere kirin.
Li daxûyaniya HSD`ê de hatiye gotin Artêşa Tirkîyê û çeteyên wê êrişên xwe yên bi çekên giran û balafirên bêfirokevan didomînin. Di van êrîşan de herêmên sivîl tên hedefgirtin û ziyanên maddî digihîjin welatiyên sîvîl.
Komên çete bi çekên giran, tank û obusan êrişî gundên Til Hermil, Im El-Işba, Til Mihemed û El Rabîat ên li xeta Serêknaiyê û Til Temir kirin û hewl dan li bejahîyê pêş de herin. Di encama êrîşan de 3 sivîl birîndar bûn.
Komên çete yên ser be Enqerê herwisa bi çekên giran, tank, obus û hawanan êriş birin ser gundên Gabar, Kefîfa û Xirbit Faris. Artêşa Tirkîyê û têrorîstên ser bi wê bi van êrişan hewl da herêmên ku dagir kirine berfire bike. Di encama êrişan de xisar li zevî û milkên welatiyên sîvîl ketin.
Artêşa Tirkîyê herwiha li herêma Eyn Îsayê bi balafirên bêpîlot çeperên hêzên me û herêmên sivîlnişîn bomberan kirin.
Li gor nûçek din, li taxa Ferdos a Reqayê du teqîn qewimîn, ziyanên canî çênebûn.