MSD û Wezareta Karên Derve ya Misrê civîyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311491-msd_û_wezareta_karên_derve_ya_misrê_civîyan
Desteya Meclisa Sûrîya Dêmokiratîk (MSD) serdana Misrê kir û bi Wezîrê Karên Derve yê Misrê Samih Şikrî û cîgirê wê re gotûbêj kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 22, 2019 12:38 Asia/Tehran
  • MSD û Wezareta Karên Derve ya Misrê civîyan

Desteya Meclisa Sûrîya Dêmokiratîk (MSD) serdana Misrê kir û bi Wezîrê Karên Derve yê Misrê Samih Şikrî û cîgirê wê re gotûbêj kir.

Wezîrê Karên Derve yê Misrê Samih Şikrî li avahiya wezaretê ya li Qahîre pêşwaziya desteya Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) kir.

Desteya Meclisa Sûriye Demokratîk ji hevserokê meclisê Riyad Derar, seroka Desteya Rêveber Îlham Ehmed û cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd, endamê Meclisa Serokatîyê ya MSD‘ê Sîhanok Dîbo pêk dihat. Desteyê ligel Samih Şikrî û cîgirê wî Nezîh El-Necarî hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de geşedanên siyas li ser asta Sûriyê, bi taybet êrişên herî dawîyê yên Tirkiyê li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û encamên êrişê hatin nîqaşkirin.

Desteya MSD‘ê encamên ji ber êrişên Tirkiyê çêbûn, azarên koçberan, her wiha dagirkirina beşên ji xaka Sûriyê û gefên dagirkirina herêmên din ragihandin rayedarên misrî û ew babetana hilkolandin.

Wezîrê Karên Derve yê Misrê Samih Şikrî operasyonên Tirkiyê yên li herêmê xeternak" bi nav kirin û got, Komara Misrê ya ereb tevgerên Tirkiyê yên di herêmê de bi taybet li Sûriyê qebûl nake.

Şikrî soz da ku ew hevdîtin berdewam bin û xebateke hevpar ji bo têkbirina planên dagirkeriya dewleta Tirkîyê ku hewl dide herêman parçe bike aktîv bikin.