Pompeo rexne li vetoya Rûsya û Çînê li dijî biryarnama derbarê Sûriyê girt
Wezîrê karên derve ya Amerîkayê Mike Pompeo duh di rûpela xwe ya Twitterê de rexne li vetoya Rûsya û Çînê ya li dijî biryarnama derbarê Sûriyê ya Konseya Ewlekariya Navneteweyî girt.
Pêşnûmeya derbarê şandina alîkariyên qaşo mirovî ya ji bo Sûriyê ya ji hêla welatên cîran ve,ku roja înê li Konseya Ewlekariya Navneteweyî ya NY hate gotûbejkirin, Rûsya û Çînê ew qebûl nekir û ew veto kir.
Li hemberî vê yekê Wezîrê karên derve ya Amerîkayê Mike Pompeo ev karê Rûsya û Çînê bi şerm da zanîn û bi tundî rexne lê girt.
Di dengdanê de ya li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî 13 dengên 'erê' ji bo pêşniyarê derketin, ku pêşnûme Almanya, Belçîk û Kuweytê anîbûn lê endamên domdar ê Konseyê Rûsya û Çînê derbarê pêşnûmeyê biryara 'veto'yê dan û pêşnûme nehate qebûlkirin.
Rûsya ya ku veto dayî, got: Dewleta Esad li piraniya Sûriyê kontrol bi dest ve aniye loma vê biryarnamê veto dike û diyar kir, alîkariya mirovî ji deverên bi kontrola Dewleta Sûriyê dikare were kirin.
Krîza Sûriyê ji sala 2011 bi êrişa berfire ya komên terorîst ku welatên rojavayî yên wekî Amerîka û Brîtanyayê û hevgirtiyên wan ên navçê yên wekî Tirkiye, Erebistan û Qeterê piştgiriya wan dikirin despê bû, lê belê aqubet piştî heşt salan Hikûmeta Sûriyê bi alikariya rawêjkarên leşkerî yên Îranê û hevkariya leşkerî ya Rûsyayê karî terorîstan têk bidin û axa Sûriyê ji bin destê wan derxin.
Amerîka û hevpeymanên wê ji ber têkçûna tam a terorîstan ku her diçe ev hedefa nêzîktir dibe, ketine nav fukaran .