Li Efrînê 3 welatiyên Kurd ji aliyê îstîxbareta Tirkiyê ve hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311451-li_efrînê_3_welatiyên_kurd_ji_aliyê_îstîxbareta_tirkiyê_ve_hatin_girtin
Endamên ]stixbareta Tirkiyê 2 welatiyên Kurd ji gundê Hec Xelîl ser bi nahiyeya Raco û welatiyekî ji gundê Qeretepe ser bi Şerayê ve li Efrînê, girtine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 21, 2019 07:38 Asia/Tehran
  • Li Efrînê 3 welatiyên Kurd ji aliyê îstîxbareta Tirkiyê ve hatin girtin

Endamên ]stixbareta Tirkiyê 2 welatiyên Kurd ji gundê Hec Xelîl ser bi nahiyeya Raco û welatiyekî ji gundê Qeretepe ser bi Şerayê ve li Efrînê, girtine.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, roja 4ê vê mehê endamên Istixbarata Tirkiyê (MIT) welatiyek bi navê Xelîl Xalo ji gundê Hec Xelîl girtine.

Li gor rapora heman Rêxistinê, roja 1ê vê mehê jî, endamên Istixbarata Tirkiyê Muxtarê gundê Hec Xelîl Mihemed Elî girtine û birine cihekî nedîyar.

Rêxistina Mafê Mirovan da zanîn ku herdu welatî bi tohmeta xizmeta leşkeriya neçar di nav Rêveberiya Xweser de hatine girtin.

Li gundê Hesen jî, roja 25ê mijdarê, welatiyê bi navê Mihemed Hesen bi heman tohmeta xizmeta leşkerî ji aliyê grûpên çekdar ve hatiye girtin.

Roja 18ê mehê jî, çekdarên Polîsên Azad bi serpereştiya Istixbarata Tirkiyê welatiyê Kurd Mihemed Elî Mihemed li Efrînê girtine û bi tundî ew îşkence dane.

Mihemed Elî Mihemed xelkê gundê Qeretepe ser bi Şera ye û bi tohmeta ku xizmeta serbazî di nav Rêveberiya Xweser de kiribû hatiye girtin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê da zanîn ku berê welatiyê navborî bi heman tohmetê hatibû girtin û salekê di zindanê de mabû û 125 lîreyên Sûrî ji bo ku were berdanê dabûn.