ENKS: Daxuyaniya Rêveberiya Xweser erênî ye
Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) têkildarî biryara Desteya Navxwe ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê de daxuyaniyek belav kir, û tê de ragihand, ku ew daxuyanî ji bo nêzîkkirina aliyên Kurd erênî ye.
ENKSê di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye, ku ew di derbarê karê hevbeş û helwesteke yekgirtî ya Kurd de, cidî ne, ji bo ku xizmeta Kurda li Sûriyê bike.
Herweha ENKSê daye zanîn, ku ew dê bi awayekî cidî û erênî lserederîyê igel her hewlekê ji bo nêzîkirina aliyên kurd bike.
Desteya Navxwe ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandibû ku ji bo hevdengkirin û helwesta siyasî ya Kurdan li Sûriyê û avakirina hevbeşiyeke rastîn, di navbera Rêveberiya Xweser û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de, ti astengiyên yasayî li pêş ENKSê tunene, ji bo ku ofîsên xwe veke, û çalakiyên xwe yên siyasî, medyayî û civakî, birêve bibe.