Lêkolereke bîyanî: Kurdên Sûrîyê nawêrin bizvirin devera di bin kontrola Tirkîyê de
Lêkolereke bîyanî dibêje ku Kurdên Sûrîyê nawêrin bizvirin malên xwe li Serêkanîyê û Girêsipî ku Tirkîyê di Cotmehê de dagir kirin.
Hêzên Tirkîyê digel çeteyên di bin fermana Enqerê de di encama opêrasyona di Cotmehê de Serêkanî û Girêspî dagir kirin ku di encamê de bi hezaran kes ji niştecihên wan nemaze Kurd aware bûn.
Tirkîyê ragihandîye ku bi arambûna herêmê demajoya vegera awareyan destpê bûye lê, Êlîzabêt Tizorokov ku bi awayekî deqîq alûgurên Sûrîyê dişopîne dibêje ku Kurdên Sûrîyê nawêrin bizvirin devera di bin kontrola Tirkîyê de.
Wê ji Kovara Foreign Policyê re gotîye ku di rastîyê de navçe jibo vegera awareyan aram û ewleh nîne ji ber ku gêre û pevçûnnê di navbera komên curbicur de jibo kontrolkirina herêmê didomin, herêm tijî xeter e û hemî rojan maşînên bombekirî tên teqandinê.
Êlîzabêt Tizorokov Lêkolera Navenda Lêkolînên Sîyaseta Derve pêgirî kir ku hêzên çete li malên malbat û xizm û kesên hêzên YPG`ê de bicih bûne.