Desteyeke ûris digel Serokomarê Sûrîyê hevdîtin pêk anî
Desteyek bi serokatîya endamekî Meclisa Doma ya Ûrsêtê çû seredana Serokomarê Sûrîyê û her du alîyan girîngtirîn alûgurên Sûrîyê û herêmê hilkolandin.
Dîmîtrî Sablîn Meclisa Doma ya Ûrsêtê digel desteyekê îro çû seredana Serokomarê Sûrîyê Bişar Esed û di wê hevdîtinê de girîngtirîn alûgurên Sûrîyê û herêmê hatin hilkolandin.
Desteya ûris raporek derbarê cihanîna rêkevtinameyan û rêyên lezandina cihanîna wan ku di çarçova xurtkirina peywendîyên dualî di warên aborî, civakî, çandî û zanistî de hatine wajokirinê raberî Serokomarê Sûrîyê kir.
Bişar Esed jî pêgirî ser girîngîya berfirekirina hevkarîyên dualî kir bi awayekî ku ser xêra her du gelan bin û peywendîyên dîrokî û istiratêjîk ên Sûrîye û Ûrsêtê werin xurtkirinê.
Serokomarê Sûrîyê pêgirî kir ku ew peywendî hertim ser bingeha isûlên exlaqî qayîm bûne.
Desteya ûris jî ji ber serketinnê Artêşa Sûrîyê himberî têrorîsmê pîrozbayî li Esed û gelê Sûrîyê kir û pêgirî kir ku Ûrsêt dê hertim pişta gelê Sûrîyê bigire ta ku bikare di vî şerê çendsalî de ber xwe bide.