Sûriyê li ser petrola xwe ya li bakûrê rêkeftin bi Rûsyayê re kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311355-sûriyê_li_ser_petrola_xwe_ya_li_bakûrê_rêkeftin_bi_rûsyayê_re_kir
Parlementoya Sûriyê girêbesta bi du kompanyayên petrolê yên Rûsyayê re pejirand û biryar da ew du kompaniyên Rûsî li Sûriyê lêgerînê li ser petrolê li bakûr û rojhilata Sûriyê bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 18, 2019 12:28 Asia/Tehran
  • Sûriyê li ser petrola xwe ya li bakûrê rêkeftin bi Rûsyayê re kir

Parlementoya Sûriyê girêbesta bi du kompanyayên petrolê yên Rûsyayê re pejirand û biryar da ew du kompaniyên Rûsî li Sûriyê lêgerînê li ser petrolê li bakûr û rojhilata Sûriyê bikin.

Bi piraniya dengan, parlamentoya Sûriyê biryar da ku herdu kompaniyên Rûsî, "Mercury LLC" and "Velada LLC" li Sûriyê li dû petrolê bigerin.

 Wezareta Petrola Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, dê projeya yekem li herêma Cezîrê ya bakûra vî wealtî be û rûberê navçeya ku dê ji bo dîtina petrolê lêgerîna lê bê kirin, 9 hezar kîlometerên çargoşe ye, herwiha projeya duyem jî li bakurê Şamê dikeve û rûberê wê jî 2100 kîlometre ye.

Wezîrê Petrola Sûriyê, Elî Xanim jî diyar kiriye, aramnca wan ji herdu projeyan ew e ku rêjeya berhemanîna petrola Sûriyê zêde bikin, û deverên Sûriyê vegerin kar û rê li pêş kompaniyan bo berhemanînê vebibe.

Ev rêkeftina hikûmeta Sûriyê li gel du kompaniyên Rûsî li ser petrolê di demekê de ye, ku piraniya navçeyên petrolê û bîrên petrolê yên wî welatî dikevin rojhilat û bakurê rojhilatê wî welatî û ew jî di bin kontrola hêzên Kurd û Rêveberiya Xweser  a Bakur û Rojhilata Sûriyê de ne.