Wezîrên karên derve yên Tirkiye, Urdin Iraq û Libnanê rewşa awareyên sûrî hilkolandin
Wezîrên karên derve yên Tirkiye, Urdin Iraq û Libnanê roja Sêşemiyê li baajrê Ceneva Swîsê hevdu dîtin û rewşa awareyên sûrî hilkolandin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Di vê civîna çaralî da ku li kêleka yekem konferansa navneteweyî ya awareyan ji Ceneva Swîsê hat lidarxistin, Mihemed Elî Hekîm, Îmen Sefedî, Mewlûd Çawûşoxlû û Cebran Basîl Wezîrên akrên derve yên Iraq, Urdin, Tirkiye û Libnanê ji NY û rêxistinên çalak di warê mirovdostiyê xwestin ku berpirsiyariya xwe derheqê awareyên sûrî herî pirtir cih bînin.
Di vê civînê da her wiha raberkirina planên bilez jibo kêmkirina pirsgirêk û derd û êşên awareyan û berxwegirtina hin stratejiyan jibo piştgiriya ji welatên mazûvanê awareyan bi armanca parastina aramiya civakî û aborî ya van welatan, hat vekolandin.
Yekem konferansa navneteweyî ya awareyan ji roja Duşemiyê va bi qasî sê rojan bi mazûvaniya Ceneva Swîsê tê lidarxistin.
Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tikriyê bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.