Cîgirê Serokwezîrê Ûrsêtê û Serokomarê Sûrîyê hevdîtin pêk anîn
Cîgirê Serokwezîrê Ûrsêtê û Serokomarê Sûrîyê di hevdîtinekê de meseleyên ticarî û aborî hilkolandin.
Cîgirê Serokwezîrê Ûrsêtê Ûrî Borîsov digel desteyekê li Şamê çû seredana Bişar Esed Serokomarê Sûrîyê.
Ligorî rapora Kanala Nûçan a Rusia Al Yawmê, Di wê hevdîtinê de peywendîyên Şam û Moskowê û hevkarîyên her du welatan ên di warên aborî de hatin hilkolandinê.
Borîsov û Esed herwiha cihanîna rêkevtinamên wajokirî di navbera Şam û Mosowê de û berbendên ser rêka cihanîna wan û nehîştina wan astengana hilkolandin.
Di wê hevdîtinê de herwiha pêşeroja hevkarîyên Sûrîye û Ûrsêtê û rêyên xurtkirina wan di hemî waran nemaze di warên ênêrjî, binesazî, projeyên sermayeguzarî û pêşeyên nû de hatin hilkolandinê.
Borîsov têkildarî wê hevdîtinê got: ``Ez her cara ku seredana Sûrîyê dikim, dibînim rewş baştir bûye û jîyana asayî destpê dibe.`` Wî herwiha got ku hela gellek kar hene ku divê di warê rewneq û geşatîya abora Sûrîyê de bên kirinê.
Borîsov amajeyî vê yekê kir ku seredana wî berî civîna Komsyona Hevpar a Ûrsêt û Sûrîyê li Moskowê pêk hatîye û got: Berpirsên ûris û sûrî yê di Kanûnê de civîna Komsyona Hevpar a her du dewletan ldiar bixin.
Cîgirê Serokwezîrê Ûrsêtê duh jibo gotûbêja digel Serokomarê Sûrîyê Bişar Esed, hilkolandina mijara bendera Tertûsê û firotina berhemên cotkarîyê yên Sûrîyê bo Rûsîyê giheşte Şamê.