Êrîşa artêşa Sûriyê ser baregehên koma têrorîst a Cebheya Nusreyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311309-Êrîşa_artêşa_sûriyê_ser_baregehên_koma_têrorîst_a_cebheya_nusreyê
Artêşa Sûriyê ragihan dku êrîşî ser çeperên têrorîstên Cebheya Nusreyê kiriye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 17, 2019 04:01 Asia/Tehran
  • Êrîşa artêşa Sûriyê ser baregehên koma têrorîst a Cebheya Nusreyê

Artêşa Sûriyê ragihan dku êrîşî ser çeperên têrorîstên Cebheya Nusreyê kiriye.

Li gorî Meyadînê, Artêşa Sûriyê ragihand ku di operasiyonan roja Duşemiyê ya hêzên Sûriyê li dijî baregehên têrorîstên Cebheya Nusreyê li navçeyên Raşidîn, Cemiye Kegreba û Xan Eselê heujamrek ji wan hatin kuştin an birîndar bûn.

SANA Newsê jî ragihand ku li pey topbarana bajaroka El Zehrayê li derdora bakurê rojavaya Helebê ji aliyê Cebheya Nusreyê va du welatên sivîl birîndar bûn.

SANA Newsê ragihand ku pakêteke teqemeniyê ya bicihkirî li taxa Nehra Eyşê ya Şamê teqiya û ajovan birîndar bû.

Ev guhertin di halekî da ne ku dewleta Sûriyê xwe amade dike ku beşa mayî ya axa vî welatî ji bin dagîrkeriya komên têrorîst li bakurê rojava û parêzgeha Idlibê rizgar bike.