Beşar Esed: Rawestana li ber terorîstan, destpêka rawestana li ber Emerîkayê ye
Serokkomarê Sûriyê, rawestana li ber terorîstan, destpêka rawestana li ber mayîna neqanûnî ya Emerîkayê li Sûriyê da zanîn.
Beşar Esed serokkomarê Sûriyê li hevpeyvîna bi kanala televîayonî ya Fonîksê ya Çînê ra ku roja Duşemiyê hat weşandin, destnîşan kir: "Rawestana li ber terorîstan, hizûra Emerîkayê lawaz dike û komên sûrî yên bin desthilata Emerîkayê qayîl dike ku bi hewldanên dewleta Sûriyê bo azadkirina hemî navçan, hevdeng bibin."
Serokkomarê Sûriyê bal kişand ser vê yekê ku Emerîka nifta Sûriyê talan dike û difroşe Tirkiyê û destnîşan kir: "Tirkiye rasterast li firotina nifta talankirî ya Sûriyê bi hevkariya komên terorîstî yên bereya El-Nusre û DAIŞê berê û niha bi hevkariya Emerîkayê dest heye."
Esed di dewamê de bal kişand ser plana "Kember-Rê" ya Çînê û ew wek alûgureka sratejîk li asta peywendiyên navdewletî nirxand û got: "Ev plana dewsa hewldana bo serdestiyê ser esasa beşdarî û berjewendiyên hevpar hatiye darêştin."
Serokkomarê Sûriyê ji xebitandina sermaya şîrketên çînî li bazara Sûriyê pêşewazî kir û got: "Çînê hin alîkarî li warê avedankirina Sûriyê raber kirine û bi rizgarkirina zêdetri a navçan ji kontrola terorîstan, muzakireyên bi hejmarek ji şîrketên çînî bona cebrandina boykotan cih hatine."