Karwanê eskerî yê Emerîkayê derbasî Heseka Sûriyê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311269-karwanê_eskerî_yê_emerîkayê_derbasî_heseka_sûriyê_bû
Emerîkayê karwanekî nû ya dehan trimbêl û kamyona hilgirê kelûmelên eskerî û locestîkî, trimbêlên hilgirê ardû û ambolansê ji bakurê Iraqê derbasî Qamişloyê li parêzgeha Heseka Sûriyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 15, 2019 12:55 Asia/Tehran
  • Karwanê eskerî yê Emerîkayê derbasî Heseka Sûriyê bû

Emerîkayê karwanekî nû ya dehan trimbêl û kamyona hilgirê kelûmelên eskerî û locestîkî, trimbêlên hilgirê ardû û ambolansê ji bakurê Iraqê derbasî Qamişloyê li parêzgeha Heseka Sûriyê kir.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya SANA News`ê, karwanê eskerî yê Emerîkayê neqanûnî ji sînorên bakurê Iraqê derbasî Qamişloyê bûye ku mayîna xwe li van navçana xurt bike. 

Li gorî rapora SANA News`ê, eskerên dagirkirê emerîkî li çend mehên buhurî bi hezaran kamyonên hilgirê çek û sîlehên eskerî û locêstîk ji riya derbasgehên neqanûnî derbasî Hesekê kirine ku bi armanca dizîna nift û çavkaniyên xwezayî yên Sûriyê mayîna xwe li vê navçê xurt bikin. 

Beşar Ceferî, nunerê dayim ê Sûriyê li NY vê dawiyê li civîna konseya ewlehiyê li bara pêvajoya siyasî li Sûriyê teqez kir: Emerîkayê bîrên niftê yên Sûriyê dagir kirine û derhatên gelê Sûriyê bi saya bêdengiya konseya Ewlehiyê talan dike. 

 Nêzîkî sedî 90 ê çavkaniyên nifta Sûriyê ketine navça rojhilata çemê Firatê. Ev navçeya pêştir di lepê DAIŞê de bû û niha di bin kontrola hêzên bin piştgiriya Emerîkayê de ye.