Serokeşîrekî Ereb: ‘Tirkiye bi rêya komên nayên qebûlkirin, dagirkeriya xwe rewa dike’
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311267-serokeşîrekî_ereb_tirkiye_bi_rêya_komên_nayên_qebûlkirin_dagirkeriya_xwe_rewa_dike’
Mihemed Hemdûn Serokeşîrekî Ereb destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide bi rêya komên xwe yên ku di civaka Sûriyê û derveyî wê de nayên qebûlkirin, dagirkirina xwe li xaka Sûriyê rewa bike. Hemdûn diyar kir ku eşîr û pêkhateyên herêmê li pişta QSD‘ê ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 15, 2019 12:21 Asia/Tehran
  • Serokeşîrekî Ereb: ‘Tirkiye bi rêya komên nayên qebûlkirin, dagirkeriya xwe rewa dike’

Mihemed Hemdûn Serokeşîrekî Ereb destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide bi rêya komên xwe yên ku di civaka Sûriyê û derveyî wê de nayên qebûlkirin, dagirkirina xwe li xaka Sûriyê rewa bike. Hemdûn diyar kir ku eşîr û pêkhateyên herêmê li pişta QSD‘ê ne.

Mihemed Arif Hemdûn Serokê eşîra Şerabînê li bakurê Sûriyê got: Tirkiyê dil heye dagîrkeriya axa Sûriyê bi alîkariuya komên qewirandî û bednav li nav û derveyî Sûriyê û bicihkirina wan li navçeyên dagîrkirî rewa nîşan bide. Wî got: Komên etnîkî yên cûrbicûr ên bakur û rojhilata Sûriyê li hemberî dagîrkeriyA Tirkiyê û kesên çekdar ên bin fermana wan li kêleka Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) ne û pişta şervanên HSDê digirin.

Serokê eşîra Şerabînê li bakurê Sûriyê di dewamê da tevî amajeya bi hewildanên Tirkiyê jibo pêkanîna duberetî û çendestetiyê nav niştecihên xwecihî yên vê deverê got: Tirkiye hewil dide bi rêya pêkanîna nakokî û dijheviyê li navçeyê, nijyar û tevna hevgirtî ya civakî ya bakur û rojhilata Sûriyê tevlihev bike da ku bikare dagîrkeriya xwe li navçeyên bakurî û rojhilatî yên Sûriyê bidomîne.

Wî got: Me jibo parastina yekparçetiya axa Sûriyê zarokên xwe şandine nav Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) û niha xwîna hêzên Kurd û Ereb li bakurê Sûriyê bi hev ra hatiye werdanê.

Hemdûn got: Tu hêzek nikare nakokî û çendestetiyê bavêje nava komên etnîkî yên cûrbicûr ên bakur û rojhilata Sûriyê.

Serokê eşîra Şerabînê li bakurê Sûriyê got: Tirkiyê dil heye bi alîkariya komên qewitandî, dagîrkeriya xwe li bakurê Sûriyê qanûnî bike lê tu cîgeheka van koman li nav gel tuneye.