Konferansa Navdewletî daxwaza vekişîna Tirkiyê ji bakur û rojhilata Sûriyê dike
Konferansa Navdewletî ya li Belçîkayê derbarê herêmên kurdî li bakur û rojhilatê Sûriyê de daxuyaniyek belav kir û têde daxwaza vekişîna hêzên Tirkiyê ji wan deverên dagîrkirî li Sûriyê dike.
Konferansa Navdewletî derbarê herêmên kurdî li bakur û rojhilatê Sûriyê de ku herdu rojên çarşem û pênşemê yên 11 û 12 vê mehê li parlemana Ewropayê li paytexta Belçîkayê bajarê Brûkselê hatibû lidarxistin, di daxuyaniya xwe ya dawiyê de ragihand ku hikûmeta Tirkiyê bi êrîşa xwe ya ser Bakura Sûriyê û herêmên kurdî yên Sûriyê herî kêm 9 rêkeftin û soznamên navdewletî binpê kirine û cînosayid, tawanên şer û pakkirina regezî li dijî Kurd, Siryan û Ereban pêk aniye.
Di konferansê de 8 pêşniyar hatin qebûlkirin ku ev in:
“Şermezarkirina dijminkariya Tirkiyê û dagirkirina beşeke herêmên kurdî li bakur û rojhilatê Sûriyê bi helwesteke tund ji aliyê parlemana Ewropa û Neteweyên Yekbûyî ve.
Vekişandina artêşa Tirkiyê û ajanên wê yên cîhadîst ji tevahiya navçeyên dagirkirî, di nav de jî ji Efrîn û Idlibê.
Garantîkirina vegera bi rûmet a tevahiya koçberan bo malên xwe.
Xistina tevahiya ajanên Tirkiyê û cîhadiyên hevpeymanên Tirkiyê ku beşdarî dagirkirin û tawanan bûne nav lîsteyên navdewletî yên rêxistinên terrorist.
Damezirandina dadgeheke xwecihî bi serperestiya navdewletî li bakurê rojhilatê Sûriyê bo dadgehîkirina Tirkiyê û cîhadiyan, di nav de jî çekdarên DAIŞê.
Tevlîkirina Rêveberiya Xweser bo komîteya destûrî bi serkêşiya Neteweyên Yekbûyî bo dariştina destûreke nû bo Sûriyê.
Rawestan li ser pêkanîna herêmeke dijî firînê li bakur û rojhilatê Sûriyê.
Konferansa Navdewletî derbarê herêmên kurdî li bakur û rojhilatê Sûriyê de ji aliyê grûpa dostaniya Kurd li Parlemana Ewropayê, Nûnerên Rêveberiya Xweser li Ewropayê, Hevpeymaniya Navdewletî bo Berevaniyê di ber Maf û Azadiyan de û Hevpeymaniya Azad de hatibû amadekirin. Di Konferansê de, parlemanterên Ewropî, kesayetiyên siyasî, lêkoler, akademisiyan û medyakar beşdar bûn.