Wezîrên Karên Derve yên Tirkiyê û Rûsiyê bi telefonê li bara Sûriyê şêwirîn
Wezîrên derve yên Rûsiyê û Tirkiyê li gotûbêja teleonî pêvajoya rewşa Sûriyê û rewşa giştî ya navça rojava Asiyayê û bakurê Efrîqayê hilkolandin.
Li gorî rapora Înterfexê, Wezareta derve ya Rûsiyê raghand gotûbêja telefonî ya Sergeyî Lavrov û Mewlûd Çawûşoglu wezîrên derve yên Rûsiyê û Tirkiyê roja şemiyê û çend rojan piştî gotûbêja telefonî ya serokkomarên her du welatan cih hatiye.
Viladîmîr Pûtîn û Receb Teyib Erdogan serokkomarên Rûsiyê û Tirkiyê çarşemiyê 11 Kanûnê li bara dawîn rewşa Sûriyê û her wiha alûgurên rojava Asiya û bakurê Efrîqayê gotûbêj kirin.
Di eynî demê de, Elêksander Groşko, alîkarê wezîrê derve yê Rûsiyê raghand ku rewşa Lîbyayê jî di rojeva peywendiyên navbera Moskowa û Enqerê de ye.
Serokkomarê Tirkiyê duşemiya buhurî got: Welatê wî amade ye ger dewleta Wifaqa neteweyî daxwazê bike hêzên eskerî bişîne vî welatî.
Eva li halekê ye ku li gorî gotina dîplomatan û berpirsên dewleta Wifaqa neteweyî ya Lîbyayê, general Xelîfe Hefter, fermandê hêzên nasiyar bi artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ku dijberê Tirkiyê ne, ji aliyê Rûsiyê va piştgirî dibin.