Azara koçberên kurd li kampa Waşokanî de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311170-azara_koçberên_kurd_li_kampa_waşokanî_de
Azarên koçberên kampa Waşokanî bi hatina zivistanê re zêde dibin.Di vê demê de ji bilî Rêveberiya Xweser û Heyva Sor ti rêxistinên navnetewî alîkariyê nakin. Lê hêviya koçberan ew e ku vegerin warê xwe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 12, 2019 13:06 Asia/Tehran
  • Azara koçberên kurd li kampa Waşokanî de

Azarên koçberên kampa Waşokanî bi hatina zivistanê re zêde dibin.Di vê demê de ji bilî Rêveberiya Xweser û Heyva Sor ti rêxistinên navnetewî alîkariyê nakin. Lê hêviya koçberan ew e ku vegerin warê xwe.

Kampa Waşokanî 12 km dikeve rojavayê bajarê Hesekê û yek ji 11 kampên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê birêveberin. Kamp ji bo koçberên herêma Serêkaniyê û gundewarê navçeya Til Temirê yên ji ber êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên hatine koçberirin hatiye avakirin.

Di kampa Waşokanî de ku ferahiya wê 600 donim e zêdetirî 800 kon hene ku ji aliyê Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd ve hatin danîn.

Kamp ji gelek beşan pêk tê, jê 4 hatine amadekirin ku zêdetirî 4 hezar koçber lê hatin bicihkirin.

Dema ku mirov derbasî kampê bibe, êş û azarên li ser rûyê koçberan ên ji ber êrişên dagirkeran û zehmetiyên jiyanî, konên ku ji ber baranê di bin avê de mane, herî û zarokên bê cilên zivistanî dibîne.