Beşar Ceferî: Amerîka Nefta Sûriyê difiroşe Tirkiyê
Nûnerê Sûriyê li Netewên Yekgirtî (NY) ku di heman demê de Serokê Şanda hikûmeta Sûriyê ye li civînê Nur Sultanê paytexta Qezaqistanê, Beşar Caferî dibêje, “Amerîka nefta Sûriyê difiroşe Tirkiyê”. Wî herwiha hebûna pirsa kurd li Sûriyê red kir.
Li Nur Sultana(Astane) paytexta Kazaxistanê, 14mîn cîvina garantorên Sûriyê ya 14-an birêve çû û Serokê Şanda Hikûmeta Sûriyê Beşar Caferî jî li Press konferansa piştî vê konferansê got: Me li vê rûniştinê ser hewldanên li dijî qanûnên navneteweyî yên Tirkiyê yên bitirkkirina deverên bakura Sûriyê ku dagîrkirine axivt.
Beşar Ceferî herwiha got: Tirkiyê lihevkirinên Astane û Soçiyê yên derxistina hêzên xwe ji erdên Sûriyê cih neanî.
Beşar Ceferî herwiha got: Li Sûriyê pirsa Kurd nîne Tirkiyê ev pirsa heye. Ceferî di dewamê de got: Kurd pêkhateyeke sûrî ye, di nav civaka xwe de em şanaziyê pê dikin, ew beşeke ji dîrok û cografya me ye.
Wî herwiha daxwazên ji bo xweseriyê red kirin û ev daxwaz cudaxwazî da zanîn
Ceferî herwiha di vê press konferansê de desnîşan kir ku Şam şerê xwe heya jinavbirina gişt terorîstan bi taybet li Idlibê berdewam dike.
Nûnerê Sûriyê li NYê got: Terorîst bi piştgiriya welatên Amerîka, Fransa, Brîtanya, Tirkiye, Rejîma Siyonîstî û şêxên Qeterê cinayet û kiryarên xwe yên terorîstî li Idlibê berdewam dikin û ev Rejîm û welatana astengiyan li hemberî hewldanên dewleta Sûriyê ji bo kokbirkirina terorîstên hanê datînin. Kiryarên van welatan li dijî biryarnamên Konseya Ewlehiya Navneteweyî ye çûnku terorîstên hanê endamên El-Nusre û DAIŞê ne û Konseya hanê wan terorîst dizane.
Wî herwiha got ku Şamê li dijî mudaxileya biyanî li karûbarên xwe û karûbarên komîteya nivîsandina Destûra bingehîn e.
Li aliyê din li gorî ajansa fermî ya Sûriyê, di daxûyaniya dawiyê ya dewra 14emîn a civînên Astanayê de tekezî li ser pabendbûna bi hêz, serwerî û yekparçetiya axa Sûriyê hatiye kirin û tevahiya hewldanên cudaxwaz jî, hatine redkirin.
Herwiha di civîna hanê de hewlên kontrolkirina zeviyên petrolê yên Sûriyê hatine redkirin û tekezî li ser vegerandina desthilata Sûriyê hatiye kirin.