Cadeya navneteweyî ya Heleb-Hesekeyê li bakurê Sûriyê hat vekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311140-cadeya_navneteweyî_ya_heleb_hesekeyê_li_bakurê_sûriyê_hat_vekirin
Cadeya navneteweyî ya Heleb-Hesekeyê piştî erdestiya artêşa vî welatî û bicihbûna yekîneyên çekdar di dirêjahiya rê da, jibo hatûçûna cûreyên erebeyên barî û rêwîhilgir hat vekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 11, 2019 13:29 Asia/Tehran
  • Cadeya navneteweyî ya Heleb-Hesekeyê li bakurê Sûriyê hat vekirin

Cadeya navneteweyî ya Heleb-Hesekeyê piştî erdestiya artêşa vî welatî û bicihbûna yekîneyên çekdar di dirêjahiya rê da, jibo hatûçûna cûreyên erebeyên barî û rêwîhilgir hat vekirin.

SANA Newsê roja Çarşemiyê ragihand: Vekirina Cadeya navneteweyî ya Heleb-Hesekeyê li pey serdestiya artîşa Sûriyê li ser vê cadeyê jibo sekinîna li hemberî tevgerên dijminan û piştevaniya ji rûniştiyên navçeyên derdora wê pêk hat.

Heleb paytexta aborî ya Sûriyê ye û gellek ji pêşeyên vî welatî li derdora wê û bajarokên wek Şêx Necar in.

Mewqiya Helebê di abora Sûriyê da bûye sebeb ku cadeyên cûrbicûr ên navneteweyî navbera wê û bajarên din ên Sûriyê bên avakirin ku ya herî girîng rêya Şam-Helebê ye ku beriya vêya li ser serdestiya artêşa Sûriyê ser navçeyên bakurê rojavaya Hemah û başûrê rojhilata Idlibê û pêkhatina elwehiyê jibo hatûçûna erebeyan, bi tamî hatibû vekriin.