HSD'ê encamên şer û berxwedana xwe ya 24 saetan eşkere kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311093-hsd'ê_encamên_şer_û_berxwedana_xwe_ya_24_saetan_eşkere_kir
HSD'ê encamên şer û berxwedana 24 saetên dawî li hemberî êrişên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê eşkere kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 10, 2019 09:17 Asia/Tehran
  • HSD'ê encamên şer û berxwedana xwe ya 24 saetan eşkere kir

HSD'ê encamên şer û berxwedana 24 saetên dawî li hemberî êrişên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya HSD'ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şer û berxwedana 24 saetên dawî li hemberî êrişên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê wiha da diyarkirin: “Artêşa dagirker a Tirkiyê û komên çete yên bi ser ve li herêmên Ebû Rasên û gundewarên wê yên li bakurê Til Temir û li derdora Eyn Îsa tevgera xwe ya dagirkeriyê domand.

Komên çete li vê xetê bi hejmareke zêde seyareyên zirxî û çekên giran, teqwiye anîn herêmê û ketin nav tevgera amadekariya êrîşan. Her wiha li gundên Til El-Werd û Ing El-Hewa jî hejmarek ji komên çete xwest êriş bibin ser qadên nû. Tevgera balafirên bêmirov li herêmê bê navber berdewam bû.

Komên çete bi çekên giran êrîş birin ser gundên Qasimiyê û Ûm El-Kêf û hewl dan dagirkeriya xwe li herêmên nû berfireh bikin. Di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê 3 şervên HSDê jiyana xwe ji dest dan.

Hevgavî êrîşa artêşa dagirker a Tirkiyê li ser herêmên Til Temir û Eyn Îsayê, şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê jî êrîşên xwe li herêma Dêrezorê zêde kirin. Çeteyan li herêma Hecînê êrîşeke terorî li dijî hêzên HSDê li dar xist û di encamê de 3 hêzên HSDê hatin kuştin şehîd bûn, 2 şervan jî birîndar bûn.”