Encamên roja 60`an a êrişa Tirkîyê ser bakûra Sûriyê hatin ragihandinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i311045-encamên_roja_60_an_a_êrişa_tirkîyê_ser_bakûra_sûriyê_hatin_ragihandinê
​​​​​​​Navenda Ragihandinê ya HSD`ê encamên roja 60`an a şer û pevçûnên li rojava, bakur û rojhilata Sûriyê eşkere kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 08, 2019 14:24 Asia/Tehran
  • Encamên roja 60`an a êrişa Tirkîyê ser bakûra Sûriyê hatin ragihandinê

​​​​​​​Navenda Ragihandinê ya HSD`ê encamên roja 60`an a şer û pevçûnên li rojava, bakur û rojhilata Sûriyê eşkere kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSD`ê bi daxuyaniya xwe da ragihand: "Artêşa Tirkîyê û komên çete, di roja 60’an a êrîşan de tevger û amadekariyên xwe yên êrîşan domandin û li gundê Ûm El-Şeifa bi çekên giran û roketavêjan êrîş birin ser herêmên sîvîlnişîn. Her wiha herêm bi saetan bi dijwarî hate topbarankirin û tevgera balafirên bêfirokevan li qadê bê navber berdewam kir.

Komên çete yên ser bi Artêşa Tirkîyê li herêma gundê Um El-Kêf hewl dan êrîşî herêmên sîvîlnişîn bikin. Çete û têrorîstan bi çekên sekvaniyê êrîş kirin. 

Li Dêrezorê jî, şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê yên ku êrîşên dagirkeriyê yên li bakurê Sûriyê ji xwe re derfet dîtin, tevger û êrîşên xwe yên li ser sîvîlan zêde kirin. Di encama êrîşeke teqandinê li vê herêmê de 4 sivîl hatin kuştinê."