Leşkerên Rûsyayê derbasî bajarê Reqayê bûn
Li gor Lihevkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Rûsyayê leşkerê Rûsyayê duh şemê piştî derketina koma terorîst a DAIŞê ji bajarê Reqayê li bakura Sûriyê, derbasî nav vî bajarî bûn.
Çavkaniyên sûrî diyar kirin pênc erebeyên zirhpoş ên Rûsyayê li bin çavdêriya HSDê dderbasî nav Reqayê bûn.
HSDê bajarê Reqayê li 18 Cotmeha 2018 ji bin destê DAIŞê derxist.
Li gor vê nûçeyê û di çarçova lihevkirina Rûsya û HSDê de çek û amûrên leşkerî yên Rûsyayê di destê Fewca 93 ya bajarê Minbicê de ne.
Mezlûm Ebdî duşembiya borî diyarkiribû ku HSD û Rûsyayê li hev kirine ku leşekrên rûsî li ser deverên Amûde, til Temir û Eyn Îsayê li bakura Sûriyê bi cih bibin.
Serokomarê Rûsya Vladîmîr Pûtîn û yê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan roja 22 Cotmehê li bajarê Soçî ya Rûsyayê rêketineke 10 xalî îmza kirin ku li gor wê Tirkiyê şerê li dijî kurdên Sûriyê rawestand, lê belê çavkaniyên kurd dibêjin artêşa Tirkiyê li ser vê rêketinê nesekiniye û piştî lihevkirina hanê bi caran êrişî ser kurdan heta navendên sivîl kiriye.
Artêşa Tirkiyê ji bo ramalîna etnîkî li bakura Sûriyê û dûrkirina kurdên vî welatî ji mal û avahiyên wan li gor îzna Amerîkayê 9ê Cotmehê êrişek ser navê "Kaniya Aştiyê" ser herêma hanê da despêkirin, li gor gotina şahidên dagîrkeriya Tirkiyê ku komkujiya bi sedan kesên sivîl bi çavên xwe dîtine, "Kaniya Aştiyê" bû "Kaniya Xwînê".
Ev êrişa dewleta Tirkiyê ser bakura Sûriyê rastî protestoyên berfire yên cîhanî hat.