Hêzên Rûsiyê bi hevkariya hêzên YPG derbasî nava Qamişlûyê bûn
Hêzên artêşa Ûrsêtê bona xurtkirina qaweta xwe ya eskerî li meqera hewayî ya wî welatî li Qamişlûyê bi hevrêtiya hêzên YPG ji Eyn Îsayê derbasî nava Qamişlûyê bûn.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, li gorî lêzanînên heyî hêzên artêşa Sûsiyê bona xurtkirina qaweta xwe ya eskerî li meqera hewayî ya Rûsiyê li Qamişlûyê bi hevkariya hêzên YPG ji Eyn Îsayê derbasî nava Qamişlûyê bûn.
Li gorî nivîsîna Sputnikê, artêşa Rûsiyê pêştir helîkopterên xwe şandine vê meqera hewayî li Qamişlûyê û herwiha bona girtina pêşiya her cure êrişa mûşekî sîstema berevaniya mûşekî ya kinmenzîl a Pantsîrê li vê meqerê bi cih kiribû.
Meqera hewayî ya Qamişlûyê pêka meqera hewayî ya Hemîmîmê bona çavdêriya ser pêvajoya gereçavdêriya hêzên artêşa Rûsiyê li Kurdistana Sûriyê di rewşeka baştir de ye û vê dawiyê jî zêdetir ev meqera hatiye bikaranîn.