HSD û Hikûmeta Sûrîyê têkildarî dabînkirina ewlehîya sînoran lihev kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310972-hsd_û_hikûmeta_sûrîyê_têkildarî_dabînkirina_ewlehîya_sînoran_lihev_kirin
Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) û Hikûmeta Sûrîyê di encama muakireyan de liser dabînkirina hevpar a ewlehîya sînorên wî welatî lihev kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 06, 2019 12:14 Asia/Tehran
  • HSD û Hikûmeta Sûrîyê têkildarî dabînkirina ewlehîya sînoran lihev kirin

Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) û Hikûmeta Sûrîyê di encama muakireyan de liser dabînkirina hevpar a ewlehîya sînorên wî welatî lihev kirin.

Hêzên Sûrîya Dêmokiratîk (HSD) û Hikûmeta Sûrîyê têkildarî dabînkirina hevpar a ewlehîya sînorên wî welatî lihev kirin. 

Ew lihevkirina dabînkirina hevpar a ewlehîya sînorên Sûrîyê ji hêla HSD û Artêşa Sûrîyê ve ji herêma Arîma li Heleb û Minbicê destpê dibe û heta Kobanî û Cizîrê digire ber xwe.

Artêşa Rûsîyê jî piştgirî da wê lihevkirina HSD û Hikûmeta Sûrîyê û hêzên xwe bi merema çavdêrîya ser cihanîna xalên wê lihevkirinê li herêmê bicih kirin.

Bidû belavbûna nûçeya lihevkirina HSD û Artêşa Sûrîyê jibo dabînkirina hevpar a ewlehîya sînoran, Cîgirê Serokomarê Sûrîyê Elî Memlûk çû Qamişloyê.