Hejmarek leşkerên Tirkîyê li bakura Sûrîyê hatin kuştinê û birîndar bûn
Kanûn 05, 2019 06:30 Asia/Tehran
Zêrevana Mafên Mirovan a Sûrîyê ragihand ku bi maşîneke bombekirî êrişî karwanê leşkerên Tirkîyê li Helebê hat kirinê ku di encamê de hejamrek ji wan hatin kuştinê û birîndar bûn.
Zêrevana Mafên Mirovan a Sûrîyê vê sibê herwiha ragihand: Karwanê leşkerên Tirkîyê li rojavaya Cerablosê ber bi bargeha Beldeqê va diçû ku ket ber êrişa bi maşîneke bobmbekirî.
Ji hêla din ve di encama êrişa bi topan a têrorîstên ser bi Enqerê li derdora bakura Helebê de, herîkêm 9 sivîl hatin kuştinê û 10 kes jî birîndar bûn.