Şam: Helwêstên Emerîkayê li bara qanûna bingehîn a Sûriyê bê erziş in
Wezareta derve ya Sûriyê li daxûyaniyekê bal kişand ser vê yekê ku gotûbêjên li bara komîta qanûna bingehîn, sûrî-sûrî ye, helwestên Emerîkayê têkildarî vê komîtê bê erziş nirxandin.
Wezareta derve ya Emerîkayê roja yekşemiyê li daxûyaniyekê dewleta Şamê tawanbarî pêkanîna pirsgirêkê li pêvajoya karê komîta amadekirina qanûna bingehîn a Sûriyê kir.
Li gorî rapora SANA News`ê, Wezareta Derve ya Sûriyê, îro yekşemiyê wek berteka li hember helwsetên Waşengtonê destnîşan kir: Bîr û ra û daxûyaniyên Emerîka û welatên din bê erziş in û dê bandorê ser karê komîta qanûna bingehîn û mahiyeta gotûbêjên komîtê û şikl û naveroka karê komîta qanûna bingehîn neke.
Wezareta derve ya Sûriyê bal kişand ser vê yekê ku helwestên Waşengtonê li bara pêvajoya xebata komîta amadekirina qanûna bingehîn a Sûriyê tê wateya mudaxila li karûbarên welatan û got: Gotûbêjên Jinêvê, gotûbêjên sûrî-sûrî ne û tu kesê mafê mudaxila têde tine.
Komîta qanûna bingehîn a Sûriyê, 150 endaman digre ber xwe ku 50 kes ji wan, nunerê dewleta Sûriyê, 50 kes nunerên neyaran û 50 kes jî nûnerê civaka sivîl in.
Yekim civîna komîta amadekirina qanûna bingehîn a Sûriyê, 30 Cotmehê li Jinêvê hat lidarxistin.