Derbasbûna 20 kamyonên eskerî yên Emerîkayê ji Iraqê bo Sûriyê
Çavkaniyên sûrî li bara derbasbûna zêde ji 20 kamyonên cengê yên artêşa Emerîkayê ji riya sînorê Iraqê bo axa Sûriyê agahî dan.
Çavkaniyên sûrî roja şemiyê raghandin: Kamyonên eskerên terorîst ên emerîkî yên hilgirê alîkariyên lojestîkî, ji Iraqê derbasî parêzgeha Hesekê li bakurê rojhilata Sûriyê bûn.
Vê dawiyê zêde ji 70 trimbêlêîn eskerî, şeramûr û kamyonên eskerên emerîkî li navça Rimêlanê nêzîkî meydanên niftê yên bakurê rojhilata parêzgeha Hesekê bi cih bûn.
Derbasbûna karwanê eskerî yê Emerîkayê bo Sûriyê li halekê cih tê ku Donald Trump serokkomarê Emerîkayê Cotmeha buhurî îdia kir eskerên emerîkî ji Sûriyê derdikevin.
Piştî çend rojan, Trump berûvajiya gotinên xwe yên berê îdia kir: Hin eskerên Emerîkayê, bona piştgiriya ji petrolê dê li Sûriyê bimînin
Di hemen demê de, Beşar Ceferî, nunerê dayim ê Sûriyê li NY vê dawiyê li civîna konseya Ewlehiyê li bara pêvajoya siyasî li Sûriyê teqez kir: Emerîkayê bîrên neftê yên Sûriyê dagir kirine û derhatên gelê Sûriyê li saya bêdengiya konseya Ewlehiyê talan dike.