Mezlûm Kûbanî: Ji bilî Tirkiyê, em bi piraaniya aliyên din lihev dikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310806-mezlûm_kûbanî_ji_bilî_tirkiyê_em_bi_piraaniya_aliyên_din_lihev_dikin
Fermandê giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî got: Tirkiyê tevî qebûlkirina peymana agirbesê hertim êrişî ser herêmên kurdî li bakura Sûriyê dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 01, 2019 05:35 Asia/Tehran
  • Mezlûm Kûbanî: Ji bilî Tirkiyê, em bi piraaniya aliyên din lihev dikin

Fermandê giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî got: Tirkiyê tevî qebûlkirina peymana agirbesê hertim êrişî ser herêmên kurdî li bakura Sûriyê dike.

 Mezlûm Kobanî li hevpeyvîna bi kanala El-erebiye re got: Herdu bajarokên Til Temir û Eyn Îsa heya nika li bin destê şervanên HSDê de ye û her li bin kontrola wan de jî bimîne.

Mezlûm Kobanî li ser rewşa Rojhilata Furatê jî got: Rewş ew qas aloz nîne, HSDê bi gişt aliyan re ji bilî Tirkiyê rêketin heye , ev navçana li bin kontrola me dimîne.

Fermandê giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk herwiha diyar kir ku li gor Rêketin û nexşeya serbazî, Artêşa Sûriyê diçe navçeya Bab heya çemê Dicle li dirêjahiya sînorê Tirkiyê û ew di navbera çete û hêzên Tirkiyê û HSD cih digire  û li Koban û Minbic û Cizîrê jî gerîna hevpar a hêzên Rûsyayê bi hevahengiya hêzên navxwe yên îdareya xweser cih tên  . Li aliyê din ve hêzên amerîkî li rojhilata Qamişlo heya Dêrikê û rojavaya Qamişlo heya Hesekê û Dêrazorê balav dibin.

Mezlûm Kobanî ser rola Rûsyayê li danûstandinên navbera teşkîlata xwebirêveber û hikûmeta Sûriyê jî got: Rûsya dixebite lihevkirina navbera me û hikûmetê bigihêje riyeke navendî û me projeyên xwe hene û hikûmetê jî projên xwe.