Artêşa Sûrîyê êrişa têrorîstan pûç derxist
Tesrîn 30, 2019 12:20 Asia/Tehran
Hewildana têrorîstên Cebhet ul Nusrê jibo êrişa ser çeperên Artêşa Sûrîyê li navça Eicazê ser bi Idlibê pêrgî işkestê bû.
Ligorî rapora Televîzyona Al Akhbariyê ya Sûrîyê, têrorîstên Cebhet ul Nusrê bi tankan û alavên giran êrişî çeperên Artêşa Sûrîyê li derdora rojhilata Idlibê kirin.
Artêşa Sûrîyê êrişa wan pûç derxist û 2 tank û zêrêhpûşeke wan rûxandin.
Artêşa Sûrîyê vê dawîyê karîbû di encama opêrasyona dijî komên têrorîst ên Cebhet ul Nusre û Ecnad ul Qewqazê de, bajarokên Um ul Xelayel û Al Zerzorê û gundê Meşîrfê li başûra rojhilata Idlibê ji lepên têrorîstan azad bike.