Bişar Esed: Erdogan têrorîstên DAIŞ`î jibo kuştina sivîlan dişîne welatên din
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310787-bişar_esed_erdogan_têrorîstên_daiŞ_î_jibo_kuştina_sivîlan_dişîne_welatên_din
Serokomarê Sûrîyê amajeyî zivirandina DAIŞ`îyan ji hêla Tirkîyê ve bo welatên ewrûpî kir û got: Erdogan têrorîstên DAIŞ`î jibo kuştina sivîlan dişîne welatên din.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 30, 2019 11:58 Asia/Tehran
  • Bişar Esed: Erdogan têrorîstên DAIŞ`î jibo kuştina sivîlan dişîne welatên din

Serokomarê Sûrîyê amajeyî zivirandina DAIŞ`îyan ji hêla Tirkîyê ve bo welatên ewrûpî kir û got: Erdogan têrorîstên DAIŞ`î jibo kuştina sivîlan dişîne welatên din.

Serokomarê Sûrîyê Bişar Esed amajeyî şerê li Sûrîyê kir û got: ``Ew şera ne şerê min e. Şerê Sûrîyan dijî têrorîsmê ye. Dema ku em têrorîsmê bi dawî bînin em dê ser kevin. Têrorîst hela jî li deverên bakura welêt hene. Meseleya gellekî bitehluke ew e ku piştgirîya ji têrorîsmê didome.``

Serokomarê Sûrîyê di dewama axavtina xwe da ji ber rola Tirkîyê di qeyrana Sûrîyê de jî rexne kir û got: Erdogan bi hilêxistina meseleya radestkirina têrorîstên DAIŞ`î bo welatên ewrûpî hewil dide zorê bide wan. Di vî warî de hiqûq û qanûn heye. Jibo vegerandina tawanbarekî û yan têrorîstekî bo welatê wî yekem tişt lihevkirina du alîyan e. Lê heke têrorîstek jibo kuştina welatîyên sivîl ji zîndanê were azadkirinê û bera wî bidin welatekî din, eva tam dûrî exlaqê ye.