Rûsiye: Hebûna Amerîkayê li meydanên petrolê yên Sûriyê kêşesaz e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310766-rûsiye_hebûna_amerîkayê_li_meydanên_petrolê_yên_sûriyê_kêşesaz_e
Wezareta karên derve ya Rûsiyê dibêje ku dewama hebûna leşkerî ya Amerîkayê li meydanên petrolê yên Sûriyê dê rewşa vê welatî xerabtir bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 29, 2019 14:11 Asia/Tehran
  • Rûsiye: Hebûna Amerîkayê li meydanên petrolê yên Sûriyê kêşesaz e

Wezareta karên derve ya Rûsiyê dibêje ku dewama hebûna leşkerî ya Amerîkayê li meydanên petrolê yên Sûriyê dê rewşa vê welatî xerabtir bike.

Li gorî rapora Mehr Newsê ji zartê Sputnika Rûsiyê, Mîxaîl Bogdanov Alîkarê Wezareta karên derve ya Rûsiyê îro Îniyê rexne li çekdarên amerîkî jibo hebûna li derdora meydanên petrolê yên bakurê rojhilata Sûriyê girt û destnîşan kir ku dewama pêvajoyeka wiha dê bibe sebeba xerabbûna rewşê li vî welatî.

Bogdanof got: Em nikarin ji vê rewşê pêşwaziyê bikin. Berovajî, ev mijar dê tenê kêşeyan gurr bike.

Wî her wiha got: Di çarçova bidawîhatina hebûna çekdarî ya aliyên cûrbicûr derbarê van mijaran û tevahiya bûyerê ku teqez nerewa ye û li gorî tu biryardaneka navneteweyî - mebest Konseya Ewlehiyê an dewleta Şamê -  nîne, emê biaxivin.

Hêjayî gotinê ye ku destpêka Mijdara 2019an hin rapora aşkira kirin ku 22 erebeyên leşkerî yên Amerîkayê hevrê digel 2 kamyonan bi derbasbûna ji sînorê Iraqê li derdora bîrên petrolê yên Sûriyê li bakurê rojhilata vî welatî bi cih bûn.