HRE: 4 leşker û çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrîn bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên tolhildanê de li Şera û Merayê de bi kêmanî 4 leşker û çete hatin kuştin.
HRE’yê diyar kiriye ku hêzên wê di çarçoveya çalakiyên xwe yên tolhildanê de li dijî artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li herêma Efrîn û Mare çend çalakî li dar xistin.
HRE diyar kir ku di dîroka 28’ê Mijdarê de hêzên wê li gundê Malikiyê yê bi ser navçeya Şera li dijî baragehek artêşa Tirkiyê çalakiyek bi şêwazê veşartî lidar xistin. Di encamê de de 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.
Herwiha 28’ê Mijdarê hêzên HRE li bajarê Efrîn taxa Eşrefiyê li dijî çeteyên koma bi navê Firqat el-Hemze çalakiyek sabotajê lidar xistin. Di encamê de wesayîtek leşkeri hat rûxandin, çeteyek hat kuştin û çeteyek jî birîndar bû.
Di heman rojê de hêzên HRE li derdora bajarê Mare li dijî çeteyên artêşa Tirkiyê çalakiyek sekvanî li dar xistin. Di encamê de çeteyek hat kuştin.
Her wiha artêşa Tirkiyê ku navçe dagir kiriye û çeteyên wê gundên Malikiyê, Merenaz, Şewarixa yê bi ser navçeya Şera û gundên Aqîbê, Bênê yê bi ser navçeya Şêrawa bi obüs û hawanan dijwarî topbaran kir.”