Artêşa Sûriyê balafira bêpîlot a Tirkiyê xiste erdê
Medya Sûriyê şeva borî ragihand ku Artêşa vî welatî balafira bêpîlot a Tirkiyê li derdora Qamişlo ya bakura rojhilata Sûriyê xiste erdê.
Ajansa SANA ya Sûriyê diyar kir ev balafira li gundê Hamo yê nêzîkî Qamişloyê li p-arêzgeha Hesekê ketiye erdê.
SANA herwiha ragihand ku artêşa Sûriyê êrişa artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ser gundê Til el-Leben ya derdora rojavayê Til Temirê li parêzgeha Hesekê bê encam kir.
Artêşa Tirkiyê ji bo ramalîna etnîkî li bakura Sûriyê û dûrkirina kurdên vî welatî ji mal û avahiyên wan li gor îzna Amerîkayê 9ê Cotmehê êrişek ser navê "Kaniya Aştiyê" ser herêma hanê da despêkirin, li gor gotina şahidên dagîrkeriya Tirkiyê ku îdamkirin û komkujiya bi sedan kesên sivîl bi çavên xwe dîtine, "Kaniya Aştiyê" bû "Kaniya Xwînê".
Piştî vê êrişa dirindane a artêşa Tirkiyê û çeteyên wê kurdên Sûriyê bi navbenkariya Rûsyayê bi hikûmeta Sûriyê rêketin da ku artêşa Sûriyê li ser sînorê bakura vî welatî damezire û pêşiya dagîrkeriya artêşa Tirkiyê bigire.