Têrorîstên ser bi Enqerê hejmareka welatiyên Kurd li bajarê Hesekê revandin
Têrorîstên ser bi Tirkiyê bi dehan kes ji welatiyên Kurd ên sûrî li derdora Hesekê li bakurê rojhilata Sûriyê revandin.
Malbatên kesên dîlgirtî ragihandin ku xizm û kesên wan hatine işkencekirin û piştre bo zîndanekê ku têrorîstan li gundê Sefehê li başûrê rojavaya bajarê Serê Kaniyê çêkirine, hatin veguhestin.
Ji aliyê din va, Sarah Lêa Wîtson (Sarah Leah Whitson), Rêvebera Rojhilata Navînê ya Rêxistina Zîrevana Mafên Mirovan ragihand ku îdamkirina welatiyên sûrî û talankirina mal û heyitiyên wan û pêşîlêgirtina ji vegeriyana awareyên sûrî bo cihê jiyana xwe, nîşan dide ku Navçeya qaşo ewleh ku Tirkiye li bakurê Sûriyê îdia dike, bi tu awayî ewleh nîne.
Amerîka û Tirkiyê îdia kirine ku Navçeya qaşo ewleh li bakurê Sûriyê "bi armanca rizgarkirina welatiyên sivîl" û "dûrkirina komnê terorîst ji sînorê Tirkiyê" pêk tê, lê karzan li ser vê bawerê ne ku armanca sereke ya pêkanîna vê navçeyê filitandina têrorîstan e.