Lavrov: Bila Kurd sozên xwe yên di Peymana Soçiyê da cih bînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310671-lavrov_bila_kurd_sozên_xwe_yên_di_peymana_soçiyê_da_cih_bînin
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê got ku Kurd divê li ser sozên xwe yên li gorî Peymana Soçiyê bin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 26, 2019 14:56 Asia/Tehran
  • Lavrov: Bila Kurd sozên xwe yên di Peymana Soçiyê da cih bînin

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê got ku Kurd divê li ser sozên xwe yên li gorî Peymana Soçiyê bin.

Sêrgêyî Lavrov, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê her wiha zanyariyên têkildarî tevgerên bi gef li Idlibê piştrast kir.

Li gorî Sputnikê, Lavrov wek berteka li hemebrî hin nûçeyan derbarê armanca Tirkiyê ya êrîşa leşkerî ya dubare ser Sûriyê, got ku Moskovayê tu agahiyek tuneye ku nîşan bide Enqere dixwaze dîsanê destdirêjiya êrîşa leşkerî bike.

Gotinên Lavrov di rewşekê da ne ku rayedarên Kurd ên Sûriyê vê dawiyê qala binpêkirina Peymana Soçiyê ji aliyê komên çete û têrorîst ên ser bi Enqerê û li ber çavê hêzên tirk û ûris li Eyn Îsayê kirin.

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê her wiha rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî derbarê êrîşa kîmyayî li ser bajarê Dûmayê yê Sûriyê di sala 2018an da "Ne-edlane" da zanîn.

Li gorî Peymana Sûçiyê ya navbera Enqere û Moskovayê, biryar bû hêzên YPG'ê di heyama 150 saetan da 30 Kîlomitre ji sînorê Tirkiyê paşve bikişin û hêzên tirk û ûris geşt û gerrên hevpar li navçeyê pêk bînin.