Nûnerê Pûtîn: Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê wê karê xwe bidomîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310639-nûnerê_pûtîn_komîteya_destûra_bingehîn_a_sûriyê_wê_karê_xwe_bidomîne
Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsyayê ragihand: Tevî astengîçêkirinan, Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê wê karê xwe ji bo çareseriya krîza Sûriyê berdewam bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 26, 2019 05:30 Asia/Tehran
  • Nûnerê Pûtîn: Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê wê karê xwe bidomîne

Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsyayê ragihand: Tevî astengîçêkirinan, Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê wê karê xwe ji bo çareseriya krîza Sûriyê berdewam bike.

Li gor IRNAyê, Mîxaîl Bogdanov duh li bersiva pirsa ajansa nûçeyan a Tasê ya dewleta Rûsyayê, piştgiriya dewleta vî welatî ji berdewamiya xebata Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê ragihand û got: Hewldana hin kesan ji bo bê encamkirina karê Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê nagihêje encamê.

Civîna yekenm a Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê çarşema hefta tê li Ceneva Swîsrayê wê lidar keve.

Fikra pêkanîna Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyê ji bo cara yekem ji aliyê Kongra Gotûbêja Neteweyî ya Sûriyê kete rojevê.

Kongra Gotûbêja Neteweyî ya Sûriyê  rojên 29 û 30 Çileya 2018 li bajarê Soçiya Rûsyayê li dar ket.