Bakura Sûriyê kete ber êrişa balafirên nenas
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310638-bakura_sûriyê_kete_ber_êrişa_balafirên_nenas
Çavkaniyên sûrî şeva borî ragihandin ku balafirên şêr ên nenas êrişî ser derdora bakura rojhilata parêzgeha Helebê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 26, 2019 05:10 Asia/Tehran
  • Bakura Sûriyê kete ber êrişa balafirên nenas

Çavkaniyên sûrî şeva borî ragihandin ku balafirên şêr ên nenas êrişî ser derdora bakura rojhilata parêzgeha Helebê kirin.

Ajansa nûçeyan a SANAya Sûriyê şeva borî ragihand ku deverên derdora bajarên El-Bab û El-Rayî li derdora bakura rojhilata Helebê bûn armanca balafirên nenas . Hedefa van êrişan meydanên neft û gazê li navçê ye.

Heya niha ti raporek li bara hûrgiliyên vê êrişê belav nebûye.

Piraniya meydanên neftê yên Sûriyê li van salên dawiyê serê ewil ketin destê koma terorîst a DAIŞê, lê belê piştî têkçûna vê komê ev bîrên neftê ji aliyê hêzên kurd ên Sûriyê ku wek hevpeymanê Amerîkayê ne tên kontrolkirin.

Di vê navberê de belavoka amerîkî ya New York Timesê ragihandiye ku operasiyona leşkerî yên artêşa Amerîkayê li bakura rojhilata Sûriyê dîsa despê bûye.