HSD: Hêzên ûris wek gerentîkarê agirbestê rola xwe cih naynin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310611-hsd_hêzên_ûris_wek_gerentîkarê_agirbestê_rola_xwe_cih_naynin
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî ragihand, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, ji sê aliyan ve bi çekên giran êrîşî Eyn Îsayê dikin. Hêzên ûris jî wek gerentîkarê agirbestê li derdora Eyn Îsayê ne, lê rola xwe cih naynin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 25, 2019 04:48 Asia/Tehran
  • HSD: Hêzên ûris wek gerentîkarê agirbestê rola xwe cih naynin

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî ragihand, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, ji sê aliyan ve bi çekên giran êrîşî Eyn Îsayê dikin. Hêzên ûris jî wek gerentîkarê agirbestê li derdora Eyn Îsayê ne, lê rola xwe cih naynin.

Mistefa Balî di daxûyanîyeke çapemenîyê de agihand, riya navdewletî M4 pêştir di navbera Til Temir û Eyn Îsayê de ketiye destê çekdarên ser bi Tirkiyê û hatiye qutkirin, lê niha ew dixwazin di navbera Eyn Îsa û Kobanî de qut bikin, lê şervanên HSDê ber xwe didin û nika pişkeke wê rêya navnetewî di bin kontrola HSDê de ye.

Wî li ser bêdengiya Rûsyayê himberî êrîşên grûpên çekdar got: Heger lihevhatineke jêr bi jêr di navbera Rûsya û Tirkiyê de li ser navçeyê hebe, dê bandora wê ya nerênî li ser tevahiya rewşa Sûriyê hebe û rûbera şer firehtir bibe. Divê Rûsya bizane ku grûpên çekdar ne beşek ji çareseriyê ne, ew diz, çete û talanker in, dema derbasî her deverekê dibin, dizî û talaniyê dikin û me ev pirs gihandiye Rûsya û hikûmeta Sûriyê.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî  herwiha got: Qeyrana Sûriyê di destpêka xwe de pirsgirêkeke siyasî bû û piştre bû krîzeke serbazî, çareserî jî divê siyasî be.