CENTCOM: 500 serbazên me li Sûriyê dimînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310566-centcom_500_serbazên_me_li_sûriyê_dimînin
Fermandarê Fermandariya Navîn a Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ji bo rûbirûbûna DAIŞê hêj hejmareke serbazên ‎Amerîkî li Sûriyê mane û emê 500 serbazên xwe li Sûriyê ragirin.‎
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 24, 2019 05:40 Asia/Tehran
  • CENTCOM: 500 serbazên me li Sûriyê dimînin

Fermandarê Fermandariya Navîn a Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ji bo rûbirûbûna DAIŞê hêj hejmareke serbazên ‎Amerîkî li Sûriyê mane û emê 500 serbazên xwe li Sûriyê ragirin.‎

Di diyaloga salane ya Behreynê de ya taybet bi asayîşa Rojhilata Navîn, Fermandarê Fermandariya Navîn a Amerîkayê Kenneth McKenzie diyar kir ku 500 serbazên Amerîkî li rojhilatê Firatê mane .

Kenneth McKenzie got: ‎‎“Amerîkayê nêzîka 500 serbazên xwe li navçeya bakurê rojhilatê Sûriyê hiştine bo rûbirûbûna ‎DAIŞê.”‎

Berê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê plana taybet bo bihêztirkirina hebûna serbazî li bakurê ‎rojhilatê Sûriyê eşkere kiribû ku armanc wê li gor Pentagonê, rêgirtinae li DAIŞê ye daku nikaribe xwe ‎bighîne kêlgehên petrolê

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump li despêka Cotmehê gotibû ku wê gişt serbazên Amerîkayê ji Sûriyê derxîne û di vê çarçovê de leşkerên xwe ji ser sînorê bakura Sûriyê derxist û bi vî awayî rê da Tirkiyê ku êrişî ser kurdên Sûriyê bike.

Di vê navberê de Hevpeymaniya li dijî DAIŞê duh ragihand ku operasiyona li Dêra Zorê ya li dijî DAIŞê beşa dawiyê ya hevkariya li dijî vê koma terorîst e. Vê Hevpeymaniyê gotiyê ku di encama vê operasiyonê gelek ji terorîstên DAIŞê hatine kuştin û birîndar bûne û gelek jî hatine girtin.