Li Girêspiyê trimbêleka bombekirî hat teqandinê
Tesrîn 23, 2019 12:15 Asia/Tehran
Li encama teqîna trimbêla bombekirî li bajarê Girêspiyê li bakurê Sûriyê, herîkêm 10 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li gorî rapora Fars News`ê, heta niha tu komekê berpirsiyariya teqîna roja şemiyê ya trimbêla bombekirî li bajarê Girêsipiyê nedaye istûyê xwe.
2 Mijdarê jî trimbêleka bombekirî li bazara Girêspiyê teqî ku herîkêm 19 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.
Girêsipî ser bi parêzêgeha Reqayê li bakurê Sûriyê ye ku di kontrola hêzên bin fermana Tirkiyê de ye.
Di bajarên bakurê Sûriyê carnan teqîna trimbêlan û matorsîklêtên bombekirî diqewimin.