Hejmara kuştî û birîndarên ji ber destdirêjiya Tirkiyê ser bakurê Sûriyê hat aşkirakirin
Ofîsa karên mirovî ya Rêveberiya Bakur-Rojhilata Sûriyê hejmara kuştî û buirîndarên ji ber destdirêjiya meha bihurî ya Tirkiyê ser bakurê Sûriyê digel hejmara awareyên ji ber vê destdirêjiyê belav kir û ev yek jî destnîşan kir ku aware venegerîne ser mal û milkê xwe.
Li gorî rapora malpera Sibeyê, Di kongreyeka rojnamevaniyê da ku roja çarşemiyê hat lidarxistin, Ofîsa karên mirovî ya Rêveberiya Bakur-Rojhilata Sûriyê ragihand ku 478 kes ji welatiyên sivîl ji ber destdirêjiya artêşa Tirkiyê canê xwe ji dst daneû 1070 kes jî birîndar bûne.
Ofîsa karên mirovî ya Rêveberiya Bakur-Rojhilata Sûriyê her wiha aşkira kir ku nêzikî 300 hezar kes di vê heyamê ji milk û malên xwe aware û derbie bûne ku pirraniya wan yên navçeya Hesekeyê ne.
Her wiha hat aşkirakirin ku zêdetir ji 80 hezar xwendekar ji pêvajoya perwerdehiyê bêpar bûne.
Ofîsa karên mirovî ya Rêveberiya Bakur-Rojhilata Sûriyê destnîşan kir: Gotegot û dengoyên ku îdia dikin welatiyên awarebûyî ji ber destdirêjiya artêşa Tirkiyê û komên têrorîst û kirêgirtî yên ser bi Enqerê dest bi vegeriyana bo ser mal û milkên xwe kirine, virr û derew in.