Fêysel Mêqdad: "Rejîma Siyonîstî sebebkarê sereke yê nearambûna navçê ye"
Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê got: "Rejîma Siyonîstî sebebkarê sereke yê pîlan û neêminbûna navçê ye.
Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Fêysel Mêqdad Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê got: "Rejîma Siyonîstî ji hemû terorîst û aliyên ku dil hene yekparçebûna axa Sûriyê û yekîtiya xelkê Sûriyê têk bidin piştevaniyê dike."
Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê bal kişande ser viya ku Tirkiye jî bi mihaneyên curbicur dewamê dide destdirêjiyên xwe yên ser bakûra Sûriyê got: "Bê şik gelê Sûriyê bona parastina axa xwe li hemberî destdirêjkeran li ber xwe didin."
Wî bal kişande ser viya ku gel û dewleta Sûriyê li hemberî dagîrkeriya Rejîma Siyonîstî, Amerîka û Tirkiyê disekinin ji reftarên ducure yên PYD`ê û dewama peyreviya wan ji Amerîka rexne kir û got: "Tu mirovekî netewperest ku bawerî bi parstina yekparçebûna axa welatê xwe heye ji pilanên rojavayî bo welatê xwe peyreviyê nake."
Mêqdad tevî daxwaza ji gelê Sûriyê bona sekinîna li hemberî pîlanên dijminan bi taybet pîlanên Rejîma Siyonîstî got: "Hevkariya tev biyaniyan dijî axa dayîkê xeyanete û mirov xîncî viya nikare navekî din dayîne ser vê dijayetiyê."